Li Iraqê 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî ya Iraqê ragihand ku 3 çeteyên DAÎŞ’ê li deverên cûda yên Iraqê hatine girtin.

IRAQ – ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê

Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî ya Iraqê di daxuyaniyek de ragihand ku hêzên wan li çend deverên cûda yên Iraqê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê operasyon lidarxistin û 3 çete hatine girtin.

Hate gotin, çeteyên ku hatine girtin, beriya niha fermana girtina wan kesan li gor madeya 4 a yasaya terorê hatibû derxistin.